Niha hûn dikarin serlêdana alîkariya amortkirinê bikin

Weke bikirekî taybet, heke rewşa we ya aborî ji belavbûna vîrûsê tesîr girtibe niha we derfeta serlêdana alîkariya amortkirinê bo deynên xwe heye. Ev alîkarî bi demkî hewcedariya dana deynên we yên sereke ji holê radike, û bi tenê dana faîz û xercan dê ji we bê xwestin.

Guhertinên plansaziya rêwîtiyê?

Di pêşerojeke nêzîk de rêwîtiyeke we ye plankirî heye, an jî hûn derbarê pêkanîna rezervasyona rêwîtiyekê de difikirin? Heke hûn di dema rêwîtiyê de nexweş bikevin, me agahdarî derbarê rêbernameyên betalkirinê de berhev kirine. 

Di demên koronavîrûsê de rêwîtiyê dikin? Rastî ev in

Gelo hûn ji koronavîrûsê vegirtî ne û nikarin kar bikin? Li vir çend tişt hene ku divê hûn li ser bifikirin:

Gelo hûn di betlaneya nexweşiyê de ne, di karantînaya malê de ne an ji ber koronavîrûsê karê we ji destê çûye? Li vir çend serişteyên derbarê alîkariya ji bo birêvebirina aboriyên we yên kesane hene di demên tengasiyê de. 

Heke hûn di betlaneya nexweşiyê de an jî di karantînaya male de bin:

  • Ligel kardêrê xwe di têkiliya nêzîk de bimînin û piştrast bikin ku hûn hemî agahdariyên têkildar bistînin.
  • Bi rewşa we ve girêdayî, kontrol bikin ka hûn heqdestê nexweşiyê ji kardêrê xwe werdigirin, ji sûda nexweşiyê ji Försäkringskassan an jî destûrdayîna nexweşî hilgiran ji Försäkringskassan’ê re mafdar dibin. Her weha kontrol bikin çawa serlêdan tê kirin.
  • Swedbank û gelek bankayên din alîkariya amortkirinê dan destpêkirin. Ev alîkarî bi demkî hewcedariya dana deynên we yên sereke ji holê radike, û bi tenê dana faîz û xercan dê ji we bê xwestin. Bi banka xwe re kontrol bikin da ku hûn bibînin ka çi berdest e, û piştrast bikin ku hûn zûtirîn serîlêdanê bikin da ku zextê li ser aboriyên kesane yên we kêm bikin.

Heke hûn bi demkî ji kar hatibin dûr xistin

  • Ligel kardêrê xwe di têkiliya nêzîk de bimînin da ku hûn bizanin çi di rewacê de ye bo ji kar dûrxistinê.
  • Swedbank û gelek bankayên din alîkariya amortkirinê dan destpêkirin. Ev alîkarî bi demkî hewcedariya dana deynên we yên sereke ji holê radike, û bi tenê dana faîz û xercan dê ji we bê xwestin. Bi banka xwe re kontrol bikin da ku hûn bibînin ka çi berdest e, û piştrast bikin ku hûn zûtirîn serîlêdanê bikin da ku zextê li ser aboriyên kesane yên we kêm bikin.

Heke hûn lêgerînerekî karî ne an jî hatine ragihandin

  • Karûbarê Berkaranîna Giştî ya Swêdê (Arbetsförmedlingen) agahdar bikin.
  • Ligel kardêrê xwe di têkiliya nêzîk de bimînin da ku bibînin ka çi derfetên din ên karî yên berdest hene.
  • Heke hûn ne endamekî baca bîmeya bêkariyê (A-kassa) ne, piştrast bikin ku hûn di yekê wan de tomar bibin.
  • Swedbank û gelek bankayên din alîkariya amortkirinê dan destpêkirin. Ev alîkarî bi demkî hewcedariya dana deynên we yên sereke ji holê radike, û bi tenê dana faîz û xercan dê ji we bê xwestin. Bi banka xwe re kontrol bikin da ku hûn bibînin ka çi berdest e, û piştrast bikin ku hûn zûtirîn serîlêdanê bikin da ku zextê li ser aboriyên kesane yên we kêm bikin.

Ji bo zêdetir zanyarî, ji kerema xwe re serî lê bidin:

Malpera hikumetê ya derbarê koronavîrûsê de (bi Swêdî) (www.regeringen.se)

Malpera Försäkringskassan ji bo pirsên têkildarî bîmeyê (bi Swêdî û Îngilîzî) (www.forsakringskassan.se)

Malpera Karûbarê Berkaranîna Giştî ya Swêdê bo şert û mercên têkildarî baca bîmeya bêkariyê (bi Swêdî, Îngilîzî û hejmarek zimanên din) (arbetsformedlingen.se)

Em bo we li vir in – 24 saetên rojê, 365 rojên sale!

Hûn her gav dikarin têkilî bi me re deynin. Niha, em tewsiye dikin ku hûn karûbarên xwe yên bankayê bi sepan, bankgêriya internetê an jî bi têlefonê rêve bibin. Dema ku hûn bi me re telefon dikin, ji bo ku hûn arîkariya kesane wergirin, xizmeta kesane hilbijêrin. Şêwirmendên me dikarin hem bi Swêdî û hem bi Îngilîzî alîkariya we bikin.

Li vir têkilî bi me re deynin! (bi Swêdî)