Niha hûn dikarin serlêdanê bo alîkariya amortkirine bikin

Gava ku dahatek nebe lêçûnên westar bi zehmet bicih tên. Ji ber vê yekê me derfeta xwestina alîkariya amortkirinê ji bo deynan, hesabên pardaniyê û kirêkirina darayî heta şeş mehan pêşkêş kirin. Ev alîkarî bi demkî hewcedariya dana yên sereke ji holê radike, û bi tenê dana faîz û xercan dê ji we bê xwestin. Pardariya we ji bo vê alîkariyê bijarte ye heke lîkîdîte ji ber koronavîrûsê tengav kiribe.

Di pêveka li jêr de serîlêdanê dagirin û em ê di dema zûtirîn de li we vegerin. Ji ber ku gelek pardarî hene têkilî bi me re deynin, dibe ku ew hinekî dem bigire heya ku em li we vegerin, lê em dixebitin ku di dema zûtirîn de bersivan bidin we.

Serişte ji bo karsaziyan

Li vir çend serişt û şêwir hene ji bo ka hûn dikarîn çi bikin ku rêberiya pardariya xwe di van demên dijwar de bikin.

Serişteyên aborî ji bo karsaziyan (bi Swêdî)

Em bo we li vir in – 24 saetên rojê, 365 rojên sale!

Hûn her gav dikarin têkilî bi me re deynin. Niha, em tewsiye dikin ku hûn karûbarên xwe yên bankayê bi sepan, bankgêriya internetê an jî bi têlefonê rêve bibin. Dema ku hûn bi me re telefon dikin, ji bo ku hûn arîkariya kesane wergirin, xizmeta kesane hilbijêrin. Şêwirmendên me dikarin hem bi Swêdî û hem bi Îngilîzî alîkariya we bikin.

Li vir têkilî bi me re deynin!